
Li Belçîkayê di derbarê Rojavayê Kurdistanê da Konferanseke Navdewletî hate lidarxistin. Di encama konferansê da daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku hikûmeta Tirkiyê bi êrîşa xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê herî kêm 9 rêkeftin û soznameyên navdewletî binpê kirine. Li dijî Kurd, Siryan û Ereban jenosîd, tawanên şer û pakkirina regezî pêk anîne.
Di konferansê çend hatine qebûlkirin ku ev jî di daxûyanîya konferansê da wiha cîh girtine:
- Dijminkariya Tirk û dagirkirina beşeke Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê bi helwesteke tund ji aliyê parlemana Ewropa û Neteweyên Yekbûyî va bê şermezarkirin.
- Artêşa Tirkiyê û ajanên wê yên cîhadîst ji tevahiya navçeyên dagirkirî û ji nav da jî Efrîn û Idlibê vekişin.
- Vegera bi rûmet a tevahiya koçberan bo malên xwe bê garantîkirin.
- Tevahiya ajanên Tirk û cîhadiyên hevpeymanên Tirkiyê ku beşdarî dagirkirin û tawanan bûne nav lîsteyên navdewletî yên rêxistinên terrorist da bê binavkirin.
- Ji bo dadgehkirina Tirk û cîhadiyan, di nav de jî çekdarên DAIŞê, bi serpereştiya navdewletî dadgeheke xwecihî li bakurê rojhilatê Sûriyê bê damezirandin
- Li ser pêkanîna herêmeke dijî firînê li bakur û rojhilatê Sûriyê, anku Rojavayê Kurdistanê bê rawestandin
- Ji aliyê saziyên Navdewletî wekî Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û welatên biyanî bi Rêveberiya Xweser ra danpêdan bê kirin.
Konferansa Navdewletî ya ku di derbarê Rojavayê Kurdistanê da ji aliyê grûpa dostaniya Kurd li Parlemana Ewropayê, Nûnerên Rêveberiya Xweser li Ewropayê, Hevpeymaniya Navdewletî bo Berevaniyê di ber Maf û Azadiyan de û Hevpeymaniya Azad de hatibû amadekirin. Di Konferansê de, parlemanterên Ewropî, kesayetiyên siyasî, lêkoler, akademisiyan û medyakar beşdar bibûn.