
Civîna Lûtkeya NATOyê îro li bajarê Londonê dest pê dike. Berî dstpêkirina civînê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper ji ajansa Rueters ragihand, ku ew piştgirî li wê bîrokeyê nakin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek rêxistineke terorîst bê naskirin.
Wek tê zanîn trêvebirên Tirkiyê ragihandibûn, ku NATO piştgirî li operasyona wan ya li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) neke, ew jî bi plana NATOyê ya ji bo navçeya Atlantîk û Polendayê razî nabin. Herwiha daxwazeke wan ji NATOyê heye, ku NATO di daxuyaniyên xwe yên fermî da YPGê weke rêxistineke terorîstî nas bike.
Li ser wê yekê di navbera NATO û Tirkiyê da nakokiyên kûr cîh girtine.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê di di daxuyaniya xwe ya di ajansa Rueters da peyamekê dide Tirkiyê û dibêje: “Peyama me ji bo Tirkiyê ev e, ku pêwîstîya me bi têkildarî planên NATOyê ber bi pêş va biçin, heye. Tu car nabe ev prose li ser bingeha nîgeraniyên taybet ên wan bê rawestandin.
Yekrêziya hevpeymanan û amadeyiya wan tê wê wateyê ku hevpeymanî giringiyê bide ser mijarên mezin.”
Ji bilî mijarên êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û YPGê, ji aliyê Tirkiyê va kirîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî jî, mijareke din a nakokiyên navbera Tirkiyê û NATOyê ye.
Tevî hemû nerazîbûnên Amerîka û endamên din ên NATOyê, Tirkiye li ser girêbesta xwe ya bi Rûsyayê ra ku ji bo kirîna sîstema berevaniya esmanî ya S-400 berdewam bû û çend meh berî niha beşek ji wê sîstemê wergirt.