
Encûmena Asayişa Navdewletî di derbarê pirsa Sûriyê da civîya. Şandiyê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen dê ji bo karûbarên Sûriyê, di civînê da rapora xwe pêşkêş bike.
Rapora Şandiyê Neteweyên Yekbûyî, di derbarê rewşa mirovî ya koçber û penaberên Sûriyê û pêşhateyên siyasî yên nû bi taybetî danûstandinên Komîteya Destûrê û pirsa bikaranîna çekên qedexekirî da ye.
Tê gotin ku pirsa bikaranîna çekên qedexekirî yên ji aliyê Artêşa Tirkiyê va, bê gotûbêjkirin. Îdaye ku Artêşa Tirkiyê di operasyona xwe bi navê (Kaniya Aştiyê) da, li dijî navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê çekên qedexekirî bikar anîne.
Her alîyek, Hikûmeta Sûriyê û opozsiyona wî welatî, dijberên xwe, bi bikaranîna çekên qedexekirî tometbar dikin.
Piştî ku bi dehên caran çekên kîmawî li Sûriyê hatin bikaranîn û di encamê da bi sedan welatiyên sivîl hatine kuştin. Bêhtir ji carekê endamên Encûmena Asayişa Navdewletî bikaranîna wan çekan li Sûriyê protesto kiriye û daxwaza sizadana bikarhênerên wan çekan kiriye û ew bi binpêkirina yasayên navdewletî binav kiriye.