
Bi sedema Roja Ala Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê yê berê û serokê PDKê Mesûd Barzanî daxûyanîyek da.
Barzanî di daxûyanîya xwe da Ala Kurdistanê wek sembola yekîtî, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê binav dike û dibêje: “Pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû hevwelatiyên xweştivî yên Kurdistanê dikim. Ala Kurdistanê sembola yekîtî, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye. Di vê roja pîroz de em tekezî li peyama aştî û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin. Hezar silav li rihê pak ên wan şehîdan be, ku canê xwe di ber ala pîroz a Kurdistanê de feda kirine.”
Herwiha îro jibo Roja Ala Kurdistanê li Hewlêra paytext û li bajar û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê merasimên cur be cur hatin lidarxistin.