
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku artêşa wî welatî li Iraq û Sûriyê li dijî 5 binkeyên Ketayibên Hizbullahê êrîşên asmanî pêk aniye.
Li gor daxuyaniya Pentagonê, ji wan 3 binke li Iraqê, 2 binke jî li nav axa Sûriyê da ne.
Pentagonê di daxûyanîya xwe da diyar dike, ku ev êrîş weke bersivekê li hember êrîşa Ketayibên Hizbullahê ku li ser binkeya serbazî ya K1 a hevpeymanan li Kerkûkê kirîye. Di wê êrîşê da welatiyekî Amerîkî hatibû kuştin, 4 leşkerên din ên Amerîkayê û 2 leşkerên Iraqî jî birîndar bûbûn.
Heşda Şeibî jî di derbarê erîşa Amerîya da daxûyanîyek da û tê da tê gotin ku, lîwayên 45 û 46 ên ser bi wê rêxistinê bûne armanca êrişan. Di encamê da 25 çekdar hatine kuştin û 50 çekdar jî birîndar bûne.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, ev êrişa Amerîkayê ya li ser binkeyên Heşda Şeibî daxûyanîyek daye û ev êrîş weke ‘bi pêşhateke metirsîdar’ nirxandîye.