
Kurdên Rojava bi mijara yekrêziyê va mijûlin, lê tewanên wan ji hev ra hê bidawî nebûne,
Rêvebirên ENKSê dibêjin, PYD gavên cidî navêje..
Rêvebrên PYDê jî dibêjein, hemû alîyên Kurd tevlî diyalogê bibin û dest bi karên hevbeş bikin.
Tiştê herî nû di vê mijarê da ewe ku Amerîka ketiye ser xetê û daxwaz ji herdû aliyan dike, ku Kurdên Rojava di navbera xwe da yekrêziyekê ava bikin û mijarên nakok çareser bikin.
Amerîka bi agir û çakûç hesin nerm dike û bi ser hev da dihelîne heta ku xwesteka xwe jê peyda bike.
Di derbarê vê yekê da Rêveberiya Xweser wekî herdem dibêje ku eger ENKS dixwaze bila tevlî projeya rêveberiyê bibe, lê ev qet ne xwestek û daxwaza ENKSê ye.
Sekreterê Partiya Kurdistanî-Sûriye, Silêman Oso di derbarê vê mijarê da dibêje, “Di hevdîtina me ya dawî ya bi Amerîkayê ra, alîyên Amerîkî bi rengekî cidî daxwaz ji me kirin ku em nakokiyên xwe bi hev re çareser bikin. Min ji wan ra got bibin garantor lê wan xwe ne da ber.”
Endamê Desteya Cîbicîkar a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Fewza Yûsif, dibêje, “Ev cara yekemîne ku hêzên navdewletî bi taybetî Amerîka û Fransa evqas cidî ne. Lê di derbarê vê de ti civînên hevbeş hê nehatine lidarxistin.”
Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî di derbarê danûstandinên ENKS û PYDê yê da dibêjin; „Yekîtî xeberek xweş e, lê em jê ne bawer in!“