
Di çarçoveya yekrêzî û hevgirtina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê da Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Ebdî li gel heft partiyên Rojavayê Kurdistanê civîn pêk anîne.
Nûnerên Partiya Demokrata Pêşverû, Partiya Yekîtiya Kurdistanê û Hevbendiya Niştimaniya Kurdî ku ji 5 partiyan pêk tê, beşdarî civînan bû ne.
Li gor medyaya nêzîkî HSDê, di wan civînên li gel beşeke aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê da, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî di derbarê danûstandinên HSDê û Rêveberiya Xweser li gel hikûmeta Sûriyê de zanyarî dane wan partiyên Rojavayê Kurdistanê.
General Kobanî herwiha di van civînan de diyar kiriye, ku êdî nabe dem bê derbaskirin, ku ji bo xebata yekitî û yekrêziya aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê pêwîst e lez bê kirin.
General Kobanî dibêje: “Ji bo hederdanê dema me nîne. Ya giring ev e ku ew hewldan herî zû bigihîjin encamekê û li benda hêzên derve nemînin. Em hemû divê ji bo pêkanîna yekîtî û yekrêziya Kurdî bi hev re û bi hevbeşî kar bikin.”
Tê gotin, ku Partiyên beşdar di civînan da ji bo pêkanîna yekitiya Kurdî piştevaniya xwe ji bo hewlên General Mazlûm Kobanî nîşan dane.