
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) Mazlûm Kobanî di hevpeyvîna xwe ya bi Rudawê ra dibêje; „Li Sûriyê herêmên Kurdan hene û cihên ku Kurd lê dijîn Kurdistan e. Em di danûstandinên xwe yên bi hikûmeta Sûriyê û aliyên din ra dest bi navê Rojavayê Kurdistanê bernadin.
Tu car nabe ku hikûmeta Sûriyê bibêje gelê Kurd li Sûriyê heye, lê axa wê tine ye. Kurd li ser axa xwe dijîn û em dê berevaniyê di ber wê yekê da bikin.“
Mazlûm Kobanî di derbarê rêkeftinên di navbera Amerîka û Tirkiyê, Rûsya û Tirkiyê da dibêje; „Di navbera Amerîka û Tirkiyê, Rûsya û Tirkiyê da du rêkeftin hatine kirin, lê belê Tirkiye pabendî agirbestê nîne û êrîşên xwe berdewam dike.
Tevî rewşa niha ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê û rêkeftinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk yên bi hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê ra hene. Lê Rêveberiya Xweser dê weke xwe bimîne û karê xwe berdewam bike.“
Kobani, di derbarê vekişîna şervanan ji sînor jî da dibêje; „Li gor rêkeftina Soçî şervanên HSDê bi kûrahiya 32 kîlometran ji sînorê Tirkiyê bicih bûne. Li gor rêkeftina ku HSDê bi Rûsyayê ra kiriye, ew Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd bê parastin nahêlin.
Kobani di derbarê têkildarî HSDê ya jibo nav artêşa Sûriyê jî dibêje; „Ew ne li dijî wê yekê ne ku beşek ji sîstema berevaniya giştî ya Sûriyê bin. Lê belê divê taybetmendiya HSDê hebe. Hejmara hêzên HSDê tevî hêzên din ên ewlekariyê li Rojavayê Kurdistanê ji 100,000 kesî zêdetir e.“