Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê civîyan.
Piştî civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê, di derbarê mijara civînê û encamên civînê da daxuyaniyek hate ragihandin.
Di daxuyanîyê da tê ragihandin ku welatên endamên Yekîtiya Ewropayê di mijara sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê de li hev kirine û biryareke hevbeş hatîy dayîn.
Di rojeva civînêda çalakiyên lêgerinên Tirkiyê yên li Derya Spî û êrişa artêşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê wek mijarên sereke cîh girtine.
Sedema sepandina dorpêçên bi ser Tirkiyê da jî çalakiyên Tirkiyê yên li Qibirsê û êrişa artêşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê hatîye nîşankirin.