
Parlamentoya Îsraîlê ku wek Knesset tê naskirin, roja Çarşemê ji bo yekem car rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.
Li gor medyaya Îsraîlê, Parlamenterê Partiya Şîn û Spî, Zîvî Havzer projeyasayek di vê derbarê da amade kiribû, ku li ser êrîşa Tirkiyê û piştgirîkirina Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyê daxwaza helwêstê ji hikûmetê bike.
Cîgira Wezîrê Derve yê Îsraîlê, Tzipi Hotovely di civîna li parlametoyê da li ser projeyasayê axifîye û di axaftina xwe dîyar kirîye ku, heta niha çendîn daxwaz gehiştine Îsraîlê, daku ew di warê dîplomatîk û mirovî da hevkariya Kurdên Sûriyê bikin.
Tzipi Hotovely di axaftina xwe da dibêje: “Têkçûna Kurdan li bakurê Sûriyê egereke metirsîdar û nerênî ye. Gelekî eşkere ye ku bûyereke bi vî rengî Îranê û wan hêzên ser bi Îranê ne, bihêz dike. Em ji nerehetiya Kurdan fam dikin û bi rêya çendîn kanalan hevkariya wan dikin.
Berjewendiyeke girîng a Îsraîlê di parastina desthilata Kurd û kêmîneyên din ên bakurê Sûriyê da heye ku, ew beşek in ji desthilat û nûnertiya welatên rojava. Cihê şanaziyê ye ku em mil bi milê Kurdan rawestin.”