Bi girankirina bihayê petrolê Îranî rabûn ser pîyan. Li Îranê xwepêşandanên seranserî dest pê kir. Tê gotin ku he ta niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di xwepêşandanan 6 hatine kuştinê û 40 kes jî birîndar bû ne.
Roja Şemiyê, heya nîvroyê jî xwepêşandan bi aramî diçûn pêş. Kesên ku beşdarî xwepêşandanê dibin, dibêjin, „pirs ne tenê benzîn e!“
Di eynî rojê da, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî tundutûjî derket. Li bajarên Kirmaşan, Sine, Merîwan, Seqiz, Ciwanro û Umriye şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de derket.
Çalakavnên siyasî yên Kurd jî radigihînin, ku zehmet e hikûmet ji biryara xwe poşman be. Loma xwepêşandan jî dê berdewam bin.
Li xwepêşandanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê da jî mirî û birindar hene. Tê ragihandin ku li 8 kesên Kurd ji aliyê hêzên Îranê va hatine kuştin.
Li Urmiyê jî çalakî dest pê kirine û cîgirê fermandeyê polîs ji xelkê dixwaze, ku ew belav bibin.
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Xaminêyî pêşanderan kesên wek dijminên Şoreşa Îslamî û Îranê nîşan dide û dibêje; “Berî ku ez dest bi behsê bikim, ez bêjim ku di van yek du rojan de hin bûyer li pey biryara serkirdeyên welat, serkirdeyên saziyan çê bûn, duh, şeva bihorî û pêr şev li hin bajarên welat, û mixabin hin kêşe jî çê bûn, hejmarek kes canê xwe ji dest dan û hin navend hatin têkdan.”