Rewangeha Mafên Mirovan di derbarê binpêkirina grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê da ragihand, ku ew grûp xelkê sivîl gulebaran dikin û rê nadin malbatên Kurd vegerin bajarên xwe.
Rêvebera Beşa Rojhilata Navîn di rêxistina Rewangeha Mafên Mirovan (Human Rights Watch) da Sarah Leah Whitson radigihîne, ew navçeya ku niha ketiye destê Tirkiyê jibo xelkê ne aram e û rojane binpêkarî rû didin.
Sarah Leah Whitson dîyar dike, ku devera ketiye destê Tirkiyê û grûpên çekdar, li wir xelkê sivîl tên gulebarankirin. Rê li ber koçberên Kurd hatiye girtin û tu kes nikare vegere bajarê xwe. Herwiha Watson destnîşan dike, ku grûpên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk mal û milkê xelkê talan dikin.
Rêvebira Human Rights Watch wiha dibêje, “Berevajî gotinên Tirkiyê yên bo avakirina navçeyeke aram, ew grûpên ku jibo pêkanîna wê navçeyê tên bikaranîn bi xwe binpêkirinan li dijî xelkê sivîl encam didin û cudahiya etnîkî pêk tînin. Tirkiye û grûpên girêdayî wê, bi destpêkirina operasyona leşkerî, navçeyên ku sivîl lê dijîn bêyî cudahî topbaran kirin. Herî kêm 7 kes bêyî dadgehkirin, kuştin. Mal û dikanên sivîlan dagirkirin û derbarê çarenivîsa xebatên rêxistinên mirovî yên li wan navçeyan ti zanyariyek jî belav nekirin.
Grûpên çekdar ên nêzikî Tirkiyê, li ber çavê artêşa Tirkiyê, van reftaran encam didin.“
Rewangeha Mafên Mirovan kuştina xelkê sivîl û bicîkirina malbatên Ereb ku li nav malên Kurdan li Serê Kaniyê û Girê Spî û talankirina milkê welatiyan belge kirine û hejmareke mezin ji şahidan wergirtiye.
Herwiha Rewangeha Mafên Mirovan daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku rê li ber kiryarên grûpên çekdar ên girêdayî wî welatî bigre.