
Di ҫar salan da carekî, tîmên futbolê yên hem û welatan, jibo wergirtina kupa cîhanê futbolê dilîzin. Di destpêkê da hem û dewlet bi navê tîmên xwe yên neteweyî dikevin nav pêşbirkê.
Bi tûra pêşin ra 32 tîmên herî baş dimînin û beşdarî organîzasyona kupayê dibin. Ji wan jî 4 tîm dimînin fînala dawîyê. Her tîm bi xwendina sîrûda xwe ya neteweyî û bi ala xwe derdikevin meydanê.
Dema ku mirov li lîstikê wan tîman temaşe dike, di stadyûmê da gelek tiştên balkêş dibîne. Ji lîstika futbolê zêdetir, reng û al û keyfxweşiya ew milletên ku bi tîmên xwe ra beşdarbûne, bala merîya dikişîne.
Tîma her dewletî bi piştevanên xwe û bi sirûdên xwe yên neteweyî li stadyûmê coş dibin.
Di nav piştevanên tîman da serokdewlet û wezîr wan dewletan jî cîh digrin. Wek piştevanê tîma xwe, bi kelecan li lîstika futbolê temaşe dikin.
Bi dirûşmê netewî, bi dengên bilind û bi qêrîn û awazên xwe alîkariyê didin tîmên xwe. Di trîbûna stadyûmê da bi kêf û eşq, direqisin û jixwe terin.
Lîstikvanên bi nav û deng, ji bo tîmên xwe yên neteweyî bi dil û can dilîzin. Ҫiqas hûnerên xwe hebin wan bikar tînin.
Di cîhanêda ji dewletên feqîr û dewlemend an jî wek piҫûk û mezin, gelek taxim di pêşbirka kupa cîhanêde cîh digrin û dilîzin.
Lê mixabin, Kurdistan bi erdnîgariya xwe ji gelek dewletan mezintir e. Bi nifûsê xwe jî, ji heftê dewletan zêdetire.
Lê ji ber ku Kurd xwedî dewlet nînin, nikaren din av lîstikên kupa cîhanê da cîhê xwe bigrin.
Pirsgirêk ev e ku, Kurd xwedî pêncî mîlyon nifûs in, lê mixabin xwedî dewlet nînin. Ji hemû organîzasyonên di nav Neteweyên Yekbûyîda pêk tên, bêpar in.
Di her organîzasyonên kupa cîhanê û lîstikên futbolê de Kurd bêhemdî, pitşgirîya tîmên dewletên ku nêzîkî xwe dibinin, dikin û jidil serkeftina wan dixwezin.
Hinek kurd jî hene, dema tîmên dewletên dagirker di nav musabaqayê da hebin, dibin piştgirê wan û serkeftina wan dixwezin.
Îro Futbola Cîhanê, bi lîstika tîmên netewî, bi awayekî bûye dengê milletan.
Rola futbolê li ser her miletî zede ye û lîstika futbolê jî bûye xebatek ji xebata dîplomasiyê.
Dema ku mirov li futbolê temaşe dike, dibêje xwezila dewletek Kurdan jî heba. Li kû, li kîjan perҫeyê û bi rêvebirîyke ҫawa diba, bila biba. We gavê ala Kurd jî din av alên cîhanê da li cîh digirt û li ba dibû.
Bi mebesta futbolê jî Kurd bi rengê xwe yên netewî, bi şên û şahî di nav rengê cîhanê da cîhê xwe digirt.
Kurd jî li welatê xwe û li dîasporayê bi rengê xwe û bi al û sitranên xwe trîbûnên stadyûman dixemiland.
15.11.2019