
Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence, serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir, Cîgirê Serokêwezîr Qubad Talabenî û hejmarek berpirsên Herêma Kurdistanê beşdarî pêşwazîkirin û civîna ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê da destxweşî li Serokê Amerîkayê Donald Trump jî kir û got; “Ez li ser navê gelê Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyên li vê derê dijîn ji bo hevkariya Amerîkayê spasiya xwe pêşkeş dikim. Eger piştgiriya Amerîkayê neba, rewş dê ne weke niha ba. Em spasiya we dikin ku we piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê kir.”
Derbarê serdana xwe da Mike Pence axifî û got: “Li ser navê Serok Trump ji bo bihêzkirina hevkariya gelê Kurd û Amerîkayê ya li dijî terorê min ev serdan pêk aniye. Em li ser hevkarî û piştgiriya Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rûbirûbûna terorê berdewam in. Herwiha em hevkariya Herêma Kurdistan û Iraqê dikin, ku ji bo alîkariya koçber, pêkhate û vegerandina wan a ji bo cihên wan.“