
Serokê PDK Mesûd Barzanî li ser rewşa niha ya Iraqê da peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe dadîyar dike, ku ew bi girîngî rewşê dişopînîn û pêşwaziya her gaveke dikin ku ji bo çareserkirina kirîzê bandora xwe hebe.
Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje: “Em bi girîngî rewşê dişopînîn û pêşwaziya her gaveke dikin ku bandora xwe li ser çareserkirina kirîzê hebe. Rê li rûxan û tevliheviyê bigire. Divê di her guhertinekê da mafê hemû pêkhateyan li ber çavan ra were derbaskirin û her guhertinek li gor mîkanîzimên destûrê be. Armanca me ew e ku bicîanîna daxwazên rewa yên cemawer û asayişê were bicîhkirin.
Barzanî di heman demê da dîyar dike ku, ew tundûtîjiyên berdewam û kuştina xelkê bê guneh şermezar dike. Sersaxyê li kesûkarê qurbaniyan dike û ji bo birîndaran jî hêviya başbûna bilez dixwaze.