
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di derbarê hebûna Rûsyayê ya li Surîyê dîyar dike, ku ew li ser daxwaza hikûmeta wî welatî li Sûriyê ne.
Lavrov dibêje; “Em li wir li dijî grûpên terorîst şer dikin. Me ev li Heleb û deverên din jî bi alîkarkirina hikûmetê kir. Bi wê yekê xelk vegeriya malên xwe. Em dê hebûna xwe ya ji bo dabînkirina aştî û asayîşê li li Sûriyê û herêmê bikar bînin.”
Di derbarê Rojhilatê Firatê û têkilîyên Amerîkayê ya bi Kurdan ra jî Lavrov dibêje: “Amerîka li rojhilatê Firatê di nav lîstikeke gelek metirsîdar de ye. Armanca wan ew e, ku wê herêmê ji Sûriyê îzole bike. Amerîka ji bo ku li rojhilatê Firatê nîv dewletekê pêk bîne, Kurdan bikar tîne. Amerîka ji bo ku pêgeha xwe ya li herêmê qayîm bike, Kurdan ber bi deverên Ereban va dibe. Dibe ku ev di navbera herdu aliyan da bibe sedema şerekî mezin.
Derbarê ‘Navçeya Aram’ de jî Lavrov dibêje ku ew fikarên Tirkiyê ya di derbarê wê navçeyê da têdigihijin. Tirkiye dikar di çarçova Peymana Edenê de ku bi Sûriyê ra îmze kiribû, tevbigere. Jibo vê yekê jî pêwîst e hemû tevger û xebatên Tirkiyê yên li Sûriyê di çarçova diyaloga li gel Şamê bin kirin.
Lavrov, li hemberî egera operasyoneke Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê jî dibêje, ew alîgirên wê ne ev rewş di navbera Tirkiye û Sûriyê da bê gotûbêjkirin.