
Seroka Encûmena Nûnerên Amerîkayê, Nancy Pelosî di twittekê da radigihîne, ku ew di derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser Sûriyê, li gel senatorê komarî Lindsey Garham axivîye. Wan bi hev ra di derbarê wê yekê de gotûbêj kirine, ku bi çi awayî biryara Trump a vekişyana ji Sûriyê hilweşînin.
Pelosî dibêje, ew li gel Graham civiyaye û tekez li ser hevdengiya di navbera Demokrat û Komariyan de kirine. Bi gotina Pelosî, herdu alî di vê baweriyê da ne, ku divê cezayên girantir ji ya ku Koşka Spî pêşniyar kiriye, bi ser Tirkiyê da bisepînin.
Herweha di twîtta xwe de, Seroka Encûmena Nûnerên Amerîka dibêje, vêxisina glupa kesk ji aliyê Amerîkayê ve bo êrîşa Tirkiyê, bandor li ser çalakbûna DAIŞê jî kiriye.