
Parlamentoya Ewropayê îro bi rojeva êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha pêşhatên dawîn yên li Rojava û Sûriyê da civiya.
Parlamentoya Ewropayê di wê civînê da daxwaz kir ku li Rojavayê Kurdistanê navçeyeke aram bê avakirin.
Pêwîst e ji ber êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê siza bi ser Tirkiyê da bên sepandin û Tirkiye ji Yekîtiya Gumruka Ewropayê bê derxistin.
Di civînê da hatîye gotin, ku ji êrişên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê binpêkariyên mirovane encam dane û 300 hezar kes koçber bûne.