Wezîrên berevaniyên NATOyê îro bi gotûbêjkirina mijara Rojavayê Kurdistanê, Sûriye, Rûsya û Efxanistanê li Brûksel a paytexta Beclçîkayê dicivin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku ji rojeva civînê yek jî, pêşhateyên li Rojavayê Kurdistanê ye.
Jens Stoltenberg di derbarê civînê da daxûyanîyek da û got; „Sûriye ji bo me mijareke girîng e. Divê destkevtiyên me yên li dijî DAIŞê were parastin. Di têkoşîna li dijî DAIŞê da NATO xwedî roleke girîng e. Di vê çarçoveyê da daxwaza hevkariyeke zêdetir ji heypeymanan dikim.“
Herwiha biryar e pêşniyara Wezîra Berevaniya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer ya ji bo “navçeyeke aram bi çavdêriya civaka nêvdewletî li bakurê Suriyê bê dirustkirin” dê were gotûbêjkirin.
Annegret Kramp-Karrenbauer du roj berê ragihandibû ku divê navçeyeke aram li sînorê Tirkiyê û Suriyê bê dirustkirin ku hêzeke nêvdewletî çavdêriya wê bike.
Civîna NATOyê sibe jî berdewam dike.