
Rawêjkara Almanyayê Angela Merkel di derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê da li parlamentoya welatê xwe axifî.
Merkal di axaftina xwe da ragihand, ku wê sedem êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê hişyarî daye Tirkiyê û firotina çekên xwe ji bo Tirkiyê rawestandine.
Merkel di axaftina xwe da ji bo hêzên Kurdî û HSDê, peyva Artêşa Kurd bi kar tîne û dibêje; “Di wan rojên dawî da, li hember êrîşa li ser Artêşa Kurd, min hişyarî da Tirkiyê, îro ez careke din dîsa dibêjim.
Rewşa niha û tiştên ku diqewimin, drameke mirovî ye. Dê bandorên wê yên jeopolîtîk hebin. Loma Almanya di nava wan şert û mercan de çekan nafroşe Tirkiyê.”
Sedem êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, ji bilî Almanya, welatên Fransa, Îtalya, Keneda, Spanya, Norwêc, Swêd, Fînland, Çek û Holandayê firotina çekan ji Tirkiyê dane rawestandin.