Parlamentoya niştimanî ya Fransayê, sedem êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, bi biryarekê Enqere şermezar kir.
Parlamentoya Fransayê pêşnûmeya şermezarkirina Tirkiyê ya ji ber êrîşa wî welatî li ser Rojavayê Kurdistanê, pejirand.
Di civîna parlamentoyê de, pêşnûmeya şermezarkirina Tikriyê bi dengê 121 parlamenterên Fransî hat qebûlkirin.
Di biryarê de daxwaz tê kirin, ku pêwîst e Tirkiye demildest êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.
Herwiha parlamentoya Fransayê di vê biryara xwe da tekezî li ser piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye û êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê, sedemê metirisya ji nû va serîrakirin û bihêzbûna DAIŞê dibîne.
Artêşa Tirkiyê bi tevî çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî va ji roja 9ê Cotmehê ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Ji destpêka wan êrîşan va heta niha, hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê du bajarên Rojavayê Kurdistanê, Girê Spî û Serê Kaniyê û herwiha hejmarek gundên derdora wan bajaran dagîr kirine.