Serokomarê berê yê Fransayê François Holland di derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê da axifî.
François Holland di hevpeyvîneke li gel rojnameyeke Fransî da êrişa Tirkîyê şermezar dike û dibêje; “Di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî da min li gel Kurdên Sûriyê kar kiriye. Ew take çavkaniya me bûn ku di şerê li dijî DAIŞê da pişta xwe pê ve girê bidin. Bi rêya wê hemahengiya me ya li gel Kurdan DAIŞ li bakurê Sûriyê hate jinavbirin… Kurd hevpeymanê me bûn.
Jiber vê yekê, em ne tenê deyndarên Kurdan e, erkek li ser mile me ye ku, em wan biparêzin.
Ez dizanim Kurd hejmareke zêde ya cîhadîstan di nav kampan de destgir kirine ku beşek ji wan Fransî ne û tirsa wê heye ku bikarin xwe rizgar bikin. Wê demê ne tenê jibo wê navçeyê, ji bo Ewropayê jî dibe sedema metirsîyê. Ji ber hindê bi nave parastina xwe û berjewendiyên xwe pêwîst e Kurd li bakurê Sûriyê berdewam bin û xaka wan di destê wan de be.”
François Holland jibo çareserkirina rewşa Kurdan jî sê rêyan nîşan dide û dibêje; “Yekem, avakirina navçeya aram û vegerandina leşkerên Amerîkî ye. Duyem, Encûmena Asayîşê ku derbarê dawîn pêşhat û operasyona Tirkiyê da kom dibe, divê eger Tirkiye êrişa xwe berdewam bike, Yekitiya Ewropa rasterast dorpêçan bixe ser Tirkiyê. Sêyem, Kurd hevpeymanê me ne, wan şerê DAIŞê kir. Di heman demê de Tirkiye endama NATOyê ye. Çawa welatekî ku hevpeymana me ye, êriş dike ser hevbeşekî serekîyê me. Ji ber wê yekê li vê derê divê pirs li ser peywendiyên Tirkiye û NATOyê bên kirin û dive endamtiya Tirkiyê li NATOyê bê sekinandin.”