
Encûmena Nûneran a Amerîkayê bi piraniya dengan, projeyasayek ji bo cezakirina Tirkiyê pejirand. Di projeysayê da daxwaz li serok Donald Trump tê kirin, ku ji ber êrîşa li ser bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, cezayan li ser Tirkiyê bisepîne.
Encûmena ku ji 435 nûneran pêk tê, 403 kesan bi dengên xwe projeyasayê ra Erê gotin.
Endamê Komarî yê Encûmena Nûneran a Amerîkayê, Jason Crow derbarê pesendkirina vê biryarê da ragihand û got: “Di vê dengdanê de 403 endaman dengê erê û 16 endaman jî nexêr dan. Proje-yasa hat pesendkirin û bêyî redkirinê ji Encûmena Senatoyê ra tê şandin.”
Li gor projeyasayê, cezakirina wezîrên berevanî û darayî yên Tirkiyê û herwiha hemû sazî û dezgehên, ku pêwendî li gel hêzên serbazî yên Tirkiyê hene, digre. Firotina çekan bi Tirkiyê ra tê qedexekirin.
Seroka piraniya demokratan Nansî Pelosî jî di derbarê projeyasayê da ragihand û got; “îro demokrat û komariyan, jibo êrîşên ku li dijî hevbeşên me yên Kurd kirîye, bi hev re cezayên tund li ser Tirkiyê sepandin.”
Senatorê Komariyan, Lindsey Graham jî di derbarê pesendkirina projeyasaya ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê ragihand, ku Erdogan ev tevlîhevî çêkiriye û divê ew bi xwe çareser bike.
Lindsey Graham di twîttekê da wiha nivîsîye: “Erdogan ev tevlîhevî çêkiriye û pêwîst e ew bi xwe jî çareser bike.
Pêşbînî dikim ku Encûmena Senatoyê jî projeyasaya ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê pesend bike û nîşanî Tirkiyê bide, dema ku Tirkiye pirsgirêkan jibo wan û hevpeymanên wan çêdike, Amerîka di cîghê xwe da rûnanê.“