Herêma Efrînê ji berê da yek ji warên resen ên Kurdên Êzidî ye. Bi taybetî Çiyayê Kurmênc ku, li wir hê jî hinek sembolên Kurdên Êzidî yên olî weke Tawûs û Roj tên dîtin.
Li herêma Efrînê li 22 gundan da Kurdên Êzidî dijîn. Ji wan 3ê gund xwerû Êzîdî ne, wek Basûfan û Feqîra.
Gundên ku Êzidî lê dijîn, girêdayî navçeyên Şikak, Lêlûn û Cûmê ne. Li navçeya Şikakê 5, li Lêlûnê 11, li Cûmê jî 6 gundên Êzidiyan hene.
Berî berî şerê Sûriyê hejmara Kurdên Êzidî yên li Efrînê nêzikî 25 hezaran bûye. Bi êrîşa hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar girêdayî wê ra, li Efrînê hebûna Êzidiyan bêtir xirab bûye û ketiye ber metirsiyê. Di encama êrîşa Tirkîyê û hêzên girêdayî wê va ji Kurdên Êzdî 80% ji herêmê derketine û koçber bûne.
Yê mayîn jî niha li ber metirsiyeke mezin in. Berî êrîşa hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar, Kurdên Êzidî li herêma Efrînê bi serbestî hemû dabû nerîtên xwe û cejnên xwe yên olî pêkdianîn. Ev yek jî ji alî hêzên çekdar hatine binpêkirin ku îro hebûna Êzidiyan li Efrînê di bin metirsiyeke mezin da ye.
Rêveberê Saziya Êzdîna, Elî Îso radigihîne ku, Kurdên Êzidî yên ku hê li Efrînê mane, ji alî hêzên çekdar va tên revandin û kuştin. Grubên çekdar wan neçar dikin û ew ola xwe biguherînin û bibin Misilman. Zarokên Êzdî jî neçar dikinku di dibistanan da beşdar dersên olî yên Îslamî bibin.