Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku di çarçova civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY), li New Yorkê bû. Lavrov di civînekî da, derbarê pirsa Kurd li Sûriyê axifî.
Sergey Lavrov di axaftina xwe da di derbarê çareserkirin pirsgireka Kurd ya li Surîyê wiha got; “Em di wê baweriyê da ne ku divê pirsa Kurd bibe mijara gotûbêjan, lê dîsa jî divê ev yek bi beşdariya rêveberiya Sûriyê pêk bê.
Helbet em peywendiyên li gel Amerîka û Tirkiyê, vê mijarê jî gotûbêj dikin. Sedemeke girîng a vê yekê heye, ev hemû li ser axa Sûriyê pêk tên.“
Wezîrê Derve yê Rûsyayê di dawîya axaftina xwe de nîyeta Amerîkayê ya li Surîyê jî nirxand û got; “Amerîka, Kurdên li herêmê bikar tîne û ji bo avakirina saziyên rêveberiyên xweser, gavên şênber hatine avêtin. Em dê vê yekê derbarê avêtina her gavekê li rojhilatê Firatê weke krîter bikar bînin.”