
Serfermandarê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford, di panela Encûmena Peywendiyên Derve da axifî. Dunford di axaftina xwe ya di derbarê sîyaseta welatê xwe ya jibo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê da radigihîne, ku pêwîst e ew li Rojavayê Kurdistanê hêzeke ji 50-60 hezar kesî pêk tên perwerde bikin.
General Joseph Dunford wuha got; „Jibo paqijkirina dawîn ya bermayên DAIŞê, pêwîstiya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bi piştevaniya hêzên hevpeyman heye. Jibo heremên ku bermayîyên DAIŞê jê tên paqijkirin, pêkanîna asayîşê wek xalekî girîng cîh digre. Jibo ku Rojavayê Kurdistanê li ser lingên xwe bisekine, divê 50-60 hezar hêzên xwecihî bên perwerdekirin, ku heta niha nîvê wan hatine perwerde kirine.
Dunford, di derbarê daxwaza Tirkîyê ya jibo kontrokirina Herêma Aram jî wûha got:
„Tirkîye nikare bi serê xwe tenê herêma Aram kontrol bike. Em hesasîyeta Tirkîyê dizanîn û fam dikin. Lêbelê daxwaza wan jibo têkilîyên herdu welatan daxwazeke baş nîne.“