Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi li New Yorkê bessdarî Civîna Neteweyên Yekgirtî ya 74emîn bû.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro jî di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyîda gotarek pêşkêş kir û beşek ji gotara xwe bi Kurdî anî ziman.
Salih di axaftina xwe da ragihand, ku ew bi dê bi îradeya neguher û piştevaniya civaka navdewletî her serkeftî bin.
Berhem Salih di axaftina xwe ya bi Kurdî da got; “Di serî de silav li we û li hemwelatî û ciwanên me, silav bo hemû kesûkarên şehîdan û qurbaniyên dîktatoriyê, yên di gorên bikom û enfalê da.”
Serokomarê Iraqê Berhem Salih di axaftina xwe qala xebatên Neteweyên Yekbûyî kir û wiha got; “Xebata we ya ji bo bicihanîna jiyaneke azad û xweşguzeran û jibo aştî û e asayîşê xebateke pîroz e. Bicihanîna daxwaz û hêviyên we, erkê li ser milên me ye. Rîya me dijwar e, lê em bi îradeyeke neguher û bi piştgiriya civaka navdewletî, her serkeftî dibin.”