Serokê Amerîkayê Donald Trump di derbarê şerê li dijberî DAIŞê da û di peyama xwe ragihand ku divê Rûsya, Tirkîye, Iraq û Sûriye bi xwe şerê DAIŞê bikin. Cîhê ku DAIŞ tê da ye, ev hemû dewlet jî li wir in.

Trump di derbarê şerê li dijberî DAIŞê û çekdarên dîl girtine û hê di destê HSDê da ne wuha got:
„Me DAIŞ têkşikand, ev demek dibe gelek tişt li ser DAIŞê nayên gotin, ji sedî sed me xîlafeta DAIŞê jinav bir. Me ji sedî 98 kontrol kir û min got de ka emê vegerin welatê xwe û bila welatên din yê mayî temam bikin. Lê ji min xwestin ku DAIŞê ji sedî sed jinav bibim. Gotin salek divê, tenê mehekê dirêj kir, me ew jinav bir, xîlafet nema.
Me bi hezaran çekdarên DAIŞê dîl girtine, divê Ewropa wan werbigire. Ger ku Ewropa çareseriyek nebîne, emê wan bişînin welatên ku jê hatine. Ew welat jî Almanya, Fransa û yên din in.
Welatên Ewrupayê dibêjin çekdaran bibin zîndana Guantanamo, lê em vê yekê nakin û jibo wan 50 salên din jî pereyan li Guantanamo xerc nakin.”