Hevseroka Partiya Keskan Annalena Baerbock, Serokê Fraksîyona Yekitiya Demokrat a Xrîstiyan (CDU) yê berê Volker Kauder û Cîgirê Serokê Parlamentoyê yê ji Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Thomas Oppermann, ji bo alîkariya Kurdên Êzidî.ji malpera Die Welt da a wî welatî de hat belavkirin,
Hersê sîyasetvan jî di axaftina xwe da dibêjin, “Êzidiyên di bin zilmê da hêjayî alîkariyê ne. Kurdên Êzidî, ji aliyê DAIŞê ve rastî êrişên jenosîdê hatine û ji ber vê yekê bi hezaran kesan cane xwe ji dest dane û bi hezaran jî hêj di bin bandora encamên xirab ên wan êrişan da ne. Divê Almanya li Êzidiyan, bi taybetî jî li jin û zarokan, xwedî derkeve.”
Siyasetvanên Almanî jib o rewşa Êzidîyan ya îro jî wiha dibêjin: “Bi derxistina DAIŞê ya ji herêmê, metirsiya li ser Kurdên Êzidî bi temamî ji holê ranebûye. Piştî kontrolkirina wan deverên di destê DAIŞê de ji aliyê hêzên leşkerî ve, çarenivîsa Êzidiyan hêj ne diyar e. Bêyî ku alîkariyeke navdewletî hebe vegera van însanan bo ser gundên xwe û axa xwe gelek dijwar e.
Em çareseriyekê ji bo jin û zarokên Êzidî yên ku hê li Iraq û Sûriyê ne û pêdiviya wan bi alîkariyê heye nabînin. Em daxwaz dikin ku ew bo Almanyayê bên wergirtin. Eger Almanyaya federal pêşengiyê bike, dê ew jin û zarok rizgar bibin, mirovahî û hêvî jî li dijî terorê serbikeve.”
Ji bo alîkarîya herêma Kurdistanê jî sîyasetvanên Almanî wiha dibêjin: “Em hêvî dikin ku ji bo asayîş û pêşvebirinê hevbeşiyeke bihêz li gel Herêma Kurdistaê bê pêkanîn. Bi vî awayî derbarê pêrojeya koçberan da dê asoyek diyar bibe. Herî kêm, di demeke kurt da beşeke wan dê bibin xwediyê derfeta vegera bo cih û warên xwe.”