
Berdevekê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku divê krîza li Sûriyê li ser bingehên berfireh bê çareserkirin û Kurd jî di dahatûya wî welatî de xwedî rol bin.
Stephane Dujarric di daxuyanîya xwe ya di derbarê Surîyê da dîyar dike ku, pêwîst e yekgirtîbûn û yekîtiya axa Sûriyê were parastin. Dilgiraniyên rewa yên welatan werin berçavgirtin û pêkhateyên cuda yên Sûriyê rol jî xwedî rolekî bin.
Dujarric dibejê: “Her çiqas heta niha mijara nivîsadnina destûrê yekalî nebûye, lê li cem Sekreterê Giştî yê Neweteyên Yekbûyî, girîng e Kurd û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê rola xwe di wî welatî de hebin.”