
Mesûd Barzanî jibo pîrozkirina cejna Qurbanê serdana devera Balekayetî kir û li gel kesayetî û hemwelatiyên wê deverê civiya.
Serok Barzanî di civînê da axaftinek pêşkêş kir û di axaftina xwe da nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember topbaran û bombebarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Îran û Tirkiyê ve tên kirin, nîşan da.
Barzanî di axaftina xwe da wiha got: “Bi rastî em jî ji wê rewşa xirab a ku li ser sînoran çêbûye, nîgeran in. Hinek caran topbaran e û hinek caran jî bombebaran e, ji aliyê Îran û Tirkiyê ve, bêguman eger hincet nedin destê Îran û Tirkiyê, ne topbaran tê kirin û ne jî balafir bombebaranan dikin, ji ber vê yekê divê ew rewş were çareserkirin, bi awayekê ku xelkê vê deverê û hemû navçeyên din berdêla wê rewşa xirab nedin.
Ewlehiya Herêma Kurdistanê xaleke giring e û divê hewla parastina wê bê dayîn û divê rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bê girtin.“
Barzanî di axaftina xwe da bal kişand ser têkilîyên nav Kurdan û got: “Em di nav hewldanan da ne, bi şêweyekê ku nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin. Lê belê pêwîst e rewşa herêmê li ber çav were girtin. Tekane cihê hêviya xelkê ye. Eger ev hêvî jî nema, hemû tişt bi dawî tê.”
Mesûd Barzanî behsa serpêhatiya jiyana xwe ya li devera Balekayetî di dema Şoreşa Îlonê da kir û got: “Me 10 sal ji temenê xwe yê herî xweş li vir derbas kir. Ji salên 1965an heta 1975an. Hemû bîreweriyên me yên xweş, li devera Balekayetiyê derbasbûn. Zivistana em li Dîlmanê bûn li cem Îbrahîm, havînan jî em li Hacî Omeranê bûn.
Ev dever, ji bo me deverekî pir giring e. Baregeha serkirdatiya Şoreşa Îlonê li vir bû. Xelkekî gelek dilsoz û xwedan bîr û bawer li vê navçeyê hatine perwerdekirin. Xelkê vê deverê gelek zehmetî dîtin, şev û roj firoke bi ser wê navçeyê de geriyan û gund bombebaran kirin. Gelek ji wan gundên ku ketibûn ser xeta Bereyê li Tengava Omer Axa heta digihe Dola Akoyan, bi şev û roj di bin agirê topxaneya dijmin de man. Lê xelkê deverê xweragir bûn û pabendî yasayên şoreşê bûn û şoreş bi ya xwe dizanîn.“