
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, derbarê wergirtina S-400 ên rûsî ji aliyê Tirkiyê ve ragihand ku dibe sizayên zêdetir bi ser Tirkiyê de bên sepandin û got armanca wan ew e ku S-400 neyên aktîvkirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di derbarê wergirtina sîstema mûşekî ya S-400 ên rûsî ji aliyê Tirkiyê va ji Bloombergaa amerîkî ra axivî.
Mike Pompeo di axaftina xwe da destnîşan kir ku, di derbarê mijarê da nirxandinên wan berdewam dikin. Ji alî Tirkîyê va aktîvkirina mûşekên S-400 ên rûsî weke, ‘pêngaveke nayê qebûlkirin’ binav kir û got: “Dibe sizayên zêdetir bên sepandin. Armanca me ew e, ku em dixwazin S-400 neyên aktîvkirin. Jiber ku, S-400 û F-35 ne guncawî hev in. Tirkiyê beşeke ji vê sîstemê (S-400) wergirt. Em dixwazin Tirkiye siyaseta xwe ya di vî warî da careke din di ber çav re derbas bike.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê jî di derbarê vê mijarê da diyar kir ku, hevdîtinên wan yên dîplomatîkên li gel Enqerê berdewam in. Ew gavên ku heta niha hatine avêtin gelek girîng in. Sepandina sizayan jî bi ser hevalbendekî NATOyê da meseleyek cidî ye.