
Mîrê Êzdîyan Tehsîn Beg roja 28ê Çile ya îsal li bajarê Hannover a Almanyayê wefat kiribû. Piştî wefata Mîr Tehsîn Beg postên mîrtîyê vala mabû û jibo vê çend kesan xwe destnîşan kiribû.
Wekîlê Mîrê Êzdîyan Şêrzad Farûq Beg îro dîyar kir ku, jibo postê mîrtîyê lawê Tehsîn Beg, Hazim Tehsîn Beg hatîye hilbijartin û ewê di roja 27ê vê mehê da bi merasimekê fermî weke Mîrê Êzdîyên Kurdistan û cîhanê şûna bavê xwe bigre.
Şêrzad Farûq Beg dîyar kir ku, di heman demê da wekîlê mîr jî Herman Mîrza Beg û Kamîran Xeyrî Beg bin