
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi helkefta cejna Remezanê daxûyanîke da. Talabanî di daxûyanîya xwe da ji PDKê û YNKê daxwaz dike ku cejnê bikin derfetek jibo lihevkirinê.
Qubad Talebanî di dûmahîka daxûyanîya xwe da wiha dibêje: “Hatina cejna Remezan li hemû aliyan pîroz be. Cejn ji bo lêborîn û bicihkirina aştiya civakî derfeteke zêrîn e. Lê mixabin peywendiyên PDKê û YNKê ber bi arasteyekê ve diçin ku xweşî û şahiya cejnê ji gelê me têk bidin û nehêlin weke berê tame jê bibînin.
Xelkê me ji milmilaniyan westiyan û ji xirecirê û pehlevanbaziyê bêzarin. YNK û PDK û partiyên Kurdî yên din şer û aştî, weke hev nakokî û karê hevbeş ezmûn kirine. Êdî piştî wan hemû salan divê ji vê yekê têgihîştibin ku hêz di lihevhatinê de ye, ne di xirecir û bêtir kûrkirina nakokiyan de.
Xelkê Kurd li Kerkûkê û li navçeyên veqetandî yên din di rewşek gelek xirab û dijwar de dijîn. Rojane tên tirsandin û rûbirûyê tundrewî û hukmê çek dibin. Lê hemû ew şer di danîna parêzgarekê û kêşeya kandîdê vê postê de hatiye komkirin. Ev yek bi dirêjiya temenê dewleta Iraqê, beşeke biçûk ji kêşeyên wan navçeyan bûye.
Qubad Talebanî di dawiya peyama xwe da jî wiha dibêje: “Hest bi metirsiyên vê rewşê dikim û weke bicihanîna erkê xwe, daxwaz ji serkirdatiya YNKê û PDKê dikim. Vê cejnê, ku helkefteke mezin a lêborînê û gerdanazadiyê ye. Jibo lihevhatinê û nehêlana tarîtiya ji hev dûrketinê weke derfeteke nû û bilez bikar bînin.“