
Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye ku jineka Kurd Hêro Mistefa bibe balyoza welatê xwe yê li Bulgarîstanê.
Di daxuyaniya Koşka Spî da di derbarê karê Hêro Mistefa û birêvebirina karûbarên w1ê yê balyozxaneyan da aghî tê dayîn. Hêro Mistefa cihê Balyozê Amerîkayê yê li Bulgarîstanê Eric Rubin digire û ewê sê sal wî postî birêve bibe.
Di daxûyanîyê da cîh digre ku Hêro Mistefa di navbera salên 2005-06an da Rêvebera Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê bûye, Bi taybet bi karûbarên Îsraîl, Filistîn û Urdinê, berê jî li heman encûmenê berpirsa karûbarên Iraq û Efxanîstanê bûye.
Hêro Mistefa heta nuha li balyozxaneyên Amerîkayê yên liMûsilê, Beyrut Atîna, Delhî û Lizbonê xebitîye. Di navbera salên 2009 heta 2011an de, Hêro Mistefa rawêjkara cîgirê serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden bûye..
Hêro Mistefa
Di sala 1973an da li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye
Li bajarê Minotê ya Amerîkayê mezin bûye û Bawernameya bekaloryos li Zanîngeha George Washington û master li Zanîngeha Princetonê bidest xistiye
Hêro Mistefa ji bilî zimanê Îngilîzî, zimanê Kurdî, Erebî, Farsî, Yunanî, Hindî û Portekîzî baş dizane.