
Nûnerê Taybet yê Amerîkayê James Jeffrey li Enstîtuya Rojhilata Navîn a li Washingtonê beşdarî civînek bû. Jeffrey di civînê da axaftinek kîr û di axaftina xwe da ragihand, ku di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da wek prensîp rêkeftineke giştî heye.
Jeffrey di axaftina xwe da wiha got:
“Di derbarê herêma tampon da di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da rêkeftineke giştî heye. Jibo ku rêkeftin tam were kirin divê di hinek xalan da çareserîyek bê dîtin. Ew jî dê ka YPG çiqasî paşda vekişe, çarenivîsa çekên Amerîkî yên piştî şerê DAIŞê li navçeyê mane dê çi bibe û birêvebirina herêma aram çawa be. Lê em di wê baweriyêdane ku ji bo hevdîtin û serkeftîyê şensekî baş heye.“