
Ji destpêka Komara Kemalist, heta roja îro, ji bo Kurda tu mafeke xwezayî nehatiye dayîn. Weke mînak, 100 sale li Tirkiyê hê zimanê fermî Tirkiyê, lê zimanê Kurdî hê jî bi fermî qedexeye.
Partiyên tirkiyê, siyaseta ji bo şaredariya Stenbolê dikin, ji bo Kurdan û partîyên Kurd gelek xetere. Him jî pêşerojê Kurdên bakûr dike xeterekî mezin û dibe sedema xilasbûna Kurdan.
ji ber ku partiyên bi navên kurd a siyaset dikin, bê alternatîf û bêҫaren e. Daxwaz û siyaseta wan partiyan ne li ser hîmê neteweya kurdan, li ser hîmê îdeolojîyê hatîye avêtin.
Gelek partiyên bi navên Kurd û Kurdistanî hatine damezrandin, îro di nav gelda bê qûwet in. Di hilbjartinên 31 Adarê de dengên girtibûn li berҫavan in û bê hêzin. Tenê ketine pê navên xwe û ji bo daxwazên gel û neteweyî bê hayîdar rojên xwe derbas dikin. Xebat û daxwazan ji bo hebûn û navê partiyê xwe dikin. Ne xebera gel ji wan heye ne jî xebera wan ji gel.
Dibêjin; “bila hindik û rindik be, lê bila ya mebe.”
İro li ser navên gelan an jî bi navê kurdan, partiya herî bi qûwet û bi hêz HDP ye. Bandora HDPê bi girtina dengên li bajar û navҫeyên Kurdistanê û li metropolên Tirkiyê li ser gelê kurd dide xûyakirin. Lê li berҫavane ku ew di hilbjartina 31ê Adarê da li Tirkiyê ji bo partiyên Tirkiyê û Kemalistan xebitîn û bûn quwet.
Ekrem Îmamoglu projeya Kemalistan ê û di pêşerojê da ewê bibe serokê CHPê. Xebat û amadebûna wî ya ji îro da jî, ji bo serokatîya Komara Tirkiyê ye. Li ser navê wî û bi derewên rayedarên dewleta Tirk, dixwezin Kurdan bikin hevalbendê xwe û dewleta Kemalist. Xebat û gotinê li ser hilbjartna Stenbolê jî dide xûyakirin ku, wê tiştên herî xirab dîsa li serê kurdan diqewime,.
Gava mirov baş rewşa siyaseta Tirkiyê bişopîne, vîêrastiyê dibîne. Roja 23ê Hezîranê Ekrem Imamoglu wê bibe şaredarê Stenbolê. Bûyerên heta roja îro qewimîn, ew jî hemû lîstokên dewletê ne.
Ji ber ku rejima Kemalist bi dek û dolabên xwe kemalizmê bi kurdan dide qebûlkirin. Senaryo kî baş hatîye lidarxistin.
Ji bo serweriya Tirkiyê partî ne girîngin. Ji bo miletê Tirk tiştên herî ewzel serxwebûn û serweriya welatê wan e. Hem û lîstikê dewleta Tirk, lê ser xapandina milletê Kurd e. Mixabin Kurd jî ji alî neyarên xwe va zû tên xapandin.
Wek îro dîsa şanoyekî tê lîstin, di wê şanoyê da rola herî xirab û xûlamtiyê dîsa didin Kurdan.
Kurdên li ser navê HDPê kare sîyasî dikin, an jî xwedêgiravî xwe demokrat dibînin, îro CHPê û kemalizmê diparêzin. Bi navê alîkarîya Ekrem Îmamoglu û bi hezkirina wî jî hezkirina xwe ya ji bo kemalîzmê jî vedişêrin.
Pirsgirêka Kurdan ne şaredariya Stenbolê ne jî qezenckirina filan û bêvanê ye.
Herdu alî jî neyarên Kurdan e. Bînalî Yildirim di xizmeta olperest û nijadperestên Tirk da, Îmam oglu jî di xizmeta kemalîstên Tirk da ye. Herdu alî jî gele Kurd neyar dibînîn ji bo pêşeroja xwe xeternak dibinin.
Eger ku rewşa siyasî bi vî rengî bidome, dê Kurd careke din bixapin û dû r ali çokê xwe bixin. Hemû fêlbaziya dewleta Tirka ew e, ku dixwaze ji bo parastin û yekîtiya Tirkiyê hemû Kurda bike Kemalist.
Rêvebirên HDPê yên Tirk û kemalist jî, ji doh de bi gotin û kirine xwe ji bo xizmeta kemalizmê serbilindin û amaden e.
Ew partîyên ku li ser navên Kurdan siyaset dikin, divê hewl bidin xwe û berjewendiyê miletê Kurd û daxwazên miletê Kurd bînin ziman.
Bi hilbijartin û guhertina şaredariya Stenbolê ne pirsgirêkên Kurdan çareser dibe, ne jî li ba Tirkên olperest û kemalîst rûmeta rûmeta Kurdam zede dibe.
01.06.2019