
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) rêkevtina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê îmze kirin.
Şandeka PDKê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî li bajarê Silêmaniyê bi rayedraên YNKê re hevdîtin kirin û piştî hevdîtinê, rêkevtina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê îmze kirin.
Piştî îmzekirina rêkevtinê Nêçîrvan Barzanî di derbarê proseya lihevkirinê de axifî û wuha got:
“Piştî heyameke dûr û dirêj îro me rêkevtina pêkanîna hikûmeta nû îmze kir. Bêguman pêvajoya giftûgoyan bi hêsan nebû, lê me heyameke dijwar li dûv xwe hişt. Tişta girîng ew bû ku bi rêya giftûgoya ew pêvajo bi dawî bû û em bi keyfxweşî pêşwazî li vê yekê dikin. Min pêştir jî gotibû pêkanîna demokrasiyê zehmet e, lê aliyên peywendîdar gihîştin encamê. Em di vê çarçoveyê de ligel birayên xwe yên Goran û YNKê gihîştin rêkeftinê.
Em hêvî dikin ku aliyên di hikûmetê de cih bigirin gavên pêwîst ên ji bo başkirina rewşa welatiyan bavêjin. Ji bo hikûmet çak û bibandor bibe, divê em zêdetir hewl bidin. Herwiha ji bo başkirina rewşa welatiyan jî divê em baş bixebitin.”