
Parlamentoya Kurdistanê roja 28ê Gulanê civîya û Nêçîrvan Barzanî weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê hilbijart.
Di civînê da 81 parlamenter amade bûn. Fraksyona YNKê berovajî rêkeftina bi PDKê re beşdarî civîna nebû.
Di encama dengdanê da Nêçîrvan Barzanî bi 68 dengan û ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê va weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.
Piştî hilbijartinê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û tê de got: “Armanca me ya sereke, aamî û aştiya civakê û piştevanîkirina mafên takekesî û komaleyetî ye.”
Barzanî di berdewamîya peyama xwe de wiha dibêje: “Kurdistaniyên ezîz, soz didim ku Serokatiya Herêmê, di navbera ti raman û baweriyê da ti cudahiyan nexe û bibe sîwana tevahiya hêz, aliyên siyasî, pekhate û baweriyên cuda.
Em dixwazin ligel hikûmeta federal a Iraqê pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê û di çarçoveya destûra bingehîn de çareser bikin.
Em dê ligel tevahiya welatan, bi taybetî ligel welatên cîran peywendiyên Kurdistanê bihêz û dostane bikin, ku pêgeha Herêma Kurdistanê dê li herêmê û di nav civaka navnetewî da bihêz bibe.
Herêma Kurdistanê bê cudahî milkê hemû Kurdistaniyan e. Serokatiya Herêmê jî bê cudahî dê bibe cihê îrade, daxwaz û mafan.”