
Berpirsê Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyanîkê da û di daxûyanîyê da radigihîne ku eger hêzên Amerîkayê li deverê bimînin dê ewlehiya deverê zêdetir were parastin.
Muslim ji bo rola Rusyayê jî wuha dibêje; “Rola Rûsyayê ya li nav Sûriyê li hember mafê gelê Kurd e. Gelek xerab û nerênî ye. Jiber ku Rûsya û Tirkiye li pişt perdeyan û bi awayekî veşartî, danûstandinê li ser girêbestekê dikin. Moskow navbeynkariya Enqere û Şamê dike. Hewl dide Enqere ku, Tirkîye bi her awayekî were razîkirin.”
Muslim di derbarê hebûna Amerîkayê ya li Surîyê jî wiha got; “Bi rêya hebûna hêzên Amerîkayê yan jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li deverê, rê li ber êrîşên esmanî yên Tirkiyê tê girtin û ewlehî jî zêdetir tê parastin.”