
Roja 5ê Gulanê li Bielefeldê, li Naveneda Laleş civînek hate lidarxistin. Parlementerê Yekîtiya Ewropayê Prof.Dr. Bernd Lucke û Serokê Navenda Laleş Khalat Shex Morad û nûnerî hûkûmeta Kurdistanê beşdarî civînê bûn.
Bernd Lucke, yek ji damezranêrê AfD ye. Sedem siyaseta wan li dijî biyaniyan ji wan qeîtyaye û bi navê LKR (Partîya Konzervativa Liberal) avadike.
Civîn li ser rewşa Başûrê Kurdstanê û Kurdên Ezidî hatibû lidarxistin. Bern Lucke di komîsyona budceyî da cîh digre û di derbarê xebatên Yekîtiya Parlemena Ewropayê ya ji bo Kuran axifî û agahîyên gelek balkêşagahî da.
Bernd Lucke got. „ji sala 2014an heta roja îro, YE alîkariya 2 Mîlyar û 900 Mîlyon Euro alîkarîya Iraqê û Herema Kurdistanê kir. Ji wê tenê 1 mîlyon Euro gîhîşt Herema Kurdsitanê. Di Parlamena Yekîtiya Ewropayê da Koma dostanî ya bi Hukumeta Kurdistanê ra hebû. Serokê komêjî parlementerekî îngilîzî bû. Dema parlementerê îngilîz ji parlementoyê qetiyan grûb gelek pasîf ma. Bi hilbijartina nû va dawî li koma dostanî dibe. Divê Kurd ji nuha da ji bo avakirina koma dostaniyê karê dîplomasîyê bikin.“
Nunerên Hukumeta Kurdistanê li ser qehremaniya Peşmergeyên Kurdistanê da axifîn û di derbarê parastina Êzdîyan da agahî dan. bi beşdaran hate ziman. Sedem xebata wî ya jibo parastina Êzdîyan Fermandarê Pêşmerge Bahram Yasîn ji alî Navenda Laleş va hate xelatkirin.
Piştî axaftina beşdarvanan civîn bi axaftin û sipasiya Seroka Navenda Laleş Khalat Shex Morad va qedîya.
