
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li nivîskar, dîroknivîs û rewşemnbîrê Kurdê Xorasanê, Kelîmullah Tewehûdî kir.
Serok Barzanî di hevdîtinê da ji bo hewldanên wî yên di derbarê nivîsandina dîroka beşeke giring ya gelê Kurd da, bi germî spasîya xwe ji Kelîmullah Tewehûdî ra anî ziman.
Li gor daxuyaniya ofîsa Barzanî, Tewehûdî jî pirtûk û nivîsên xwe yên di warê dîrok, wêje û huner û herwiha rewşa niha ya Kurdên Xorasanê da ji serok Barzanî ra pêşkêş kirîye û gotîye: “Niha mezintirîn hêviya jiyana min pêk hat.”
Rojekî berê jî li Hewlêrê, bi amadebûna Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û gelek siyasetvan û rayedarên hikûmetê, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên Kurdistanî, di merasimeke mezin da, rêz li Kelîmullah Tewehûdî hat girtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di merasimê da li ser giringiya zimanê Kurdî û parastina wê axivî. Barzanî, zimanê Kurdî bi sedema vemana gelê Kurd bi nav kir û got;
„Gelê Kurd li her derê be yek êş û jana wê heye, ev jî pêşeroja Kurdistanê ye. Bi dirêjahiya dîrokê gelek gelên cîhanê ji nav çûne, lê gelê Kurd her maye û kes nikare ji nav bibe. Sedema wê jî zindîbûna zimanê Kurdî, kultur, mûzîk û sitranên kurdî ye, ku hesta yekîtî û şanaziyê ji bo Kurdan çê kiriye.“
Barzanî di berdewamîya axaftina xwe da, daxwaz ji rewşenbîr û ciwanên Kurdistanê kir ku ji ezmûna Kelîmullah Tewehudî hîn bibin ku tenê nasnameya ziman û kultur e ku gelê Kurd di cîhanê de parastiye.
Serokwezîr herwiha got;
“Di van salên dawiyê de, di derbarê ziman da gelek gazinde hene, ku ev jî li ser milê me hemûyan. Ji ber ku berê tevî ku ne hikûmet û ne jî saziyên rewşenbîrî hebûn, lê belê bi hezaran salan zimanê Kurdî zindî ma. Di dema niha de pêşxistana zimanê Kurdî rola saziyên rewşenbîrî ye, lê hestê berpirsyarbûnê li cem takê xwandevan mercê sereke ye.
Ziman niştimanê duyem ê me ye û eger her kurdek niştimanê xwe yê yekem winda bike, dikare bi rêya zimanê Kurdî ku niştimanê wî yê duyem e, weke mirovekî serbixwe bi bextewerî bijî. Di vî warî da mînaka herî balkêş jî, xwşîk û birayên me yên Kurdên Xorasanê ne ku îro mamosta Tewehudî wek nunerê nasnameya kurdbûna wan e.”