
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li dibistanên bajarê Qamişloyê da pirtûkên Kurdî bêpere li zarokan belav kir.
Berpirsên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dîyar dike ku, bi belevkirina pirtûkan armanca wan ew e ku li dibistanên Rojavayê Kuridstanê xwendina bi Kurdî zêde bibe û were hezkirin.
Salên berê zimanê Kurdî ji alî dewleta Sûriyê va li Rojavayê Kurdistanê jî hatibû qedexekirin. Gor wê qedexekirinê li kuderê tiştekî bi Kurdî bihata dîtin, xwediyê wê dihate girtin û cezakirin.
Piştî rêvebirîya xweser qedexekirina li ser zimanê Kurdî rabû û serbest bû. Êdî dewleta Surîyê jî i nikare qedexe bike. Lê dîsa jî gelek malbatên Kurd zarokên xwe dişînin dibistanên hikûmetê. Jiber ku zimanê Kurdî li seranserî Surîyê bi awayekî fermî hê nayê qebûlkirin,