
Berî her tiştî hilbijartin ne hilbijartina Kurdan ya Tirkan bû. Nodûpênc sale li Tirkiyê hilbijartin çêdibin. Ne hilbijartinên nawendi ne jî yên herêmî Kurdan eleqeder dikin. Lê her dem Tirkan di nav partiyê xwe û an jî bi partiyên navên wan Kurd da, rolekî dane Kurdan. Mixabin ҫil sale ew parti jî rola xwe gelek baş dilîzin. Hinekan bi navê demokrasiyê hinekan jî bi navê sosyalistiyê an jî bi navê îslamîyetê rola xwe lîstin.
Di her pêvajoya hilbijartinan da, partiyen çepgir û rastgir ên Tirk, bi derewên mezin û bêbingeh soz û qewl didan Kurdan. Lê di hilbijartina 31ê Adarê de, qet partîyekî soz û qewl neda Kurdan. Ji ber ku hinek partiyên Kurd, bi dil û can xûlamtiya partiyên Tirk kirin.
HDP bi serokatî û bi rêveberiya ҫepên esil Tirk, li qadan bi dengê bilind digot; „em ne partîya Kurdan em partîya Tirkiyê ne. Daxwaz û doza me ji bo biratiya gelan û aşîtîyê ye.”
Ji ber vê yekê jî li Kurdistanê angorî hilbijartinên berê, ji mîlyonekî zêdetir dengên wî kêm bûn. Li gelek bajar û navҫeyan şaredariyên ku berê girtibûn ji dest ҫûn. Hêjmara şaredariyên ku di destê HDPê da bûn, ji %30 kêm bûn. Li gelek bajaran jî li dijî reqîbê xwe wek seranser bûn, li gelek navҫe û bajaranda tenê bi ҫend dengên zêde bi serketin.
Miletê Kurd, ҫil sal e ji bo doza Kurd û Kurdistanê bedelekî pir mezin dide. Bi deh hezaran keç û xort ehîdb û birîndar bûn. Bi hezaran gund wêran û bi mîlyona Kurd koҫber bûn. Lê bersîva van bedelên giran, ne siyaseta HDPê ya îroyîn bû. Bi siloganên vik û vala ne tenê Kurdên li Kurdistanê, Kurdên li metropolên Tirkiyê jî xapandin. Lê sebep ҫi dibe bila bibe, di vê hilbijartinê da milletê Kurd derseke mezin da HDP ê. Divê HDP ya xwe bihiherîne, ya jî wê di hilbijartinên pêserojê ji binîva wenda bike.
Ji bilî HDPê, du partîyên din, PSK û PAK jî bi navê „Tifaqa Welatperwer û Demokrat“ li deh bajar û navçezan da bi namzetên serbixwe têkilî hilbijartinê bûn. Biryar û navên wan baş bû. Mixabin hesabê xwe baş nekirin, jiber ku herdu partî jî li Kurdistanê bê quwet û bê hêz in.
Ev hilbijartin ji bo PAKê hilbijartineke yekem bû. Dengê ku girtin gor hêvîya wan jî pirr kêm bûn. Divê ew jî bizanibin ku siyaset bi teorîyê nabe, alîkarî û hevkarîya gel pêwîst e. Ҫawa ku bê sermiyan bazirganî nebe, bê gel jî siyaset nabe. Jiber ku sermiyanê siyasetê gel e.
Lê PSK ji salên 90î heta îro gelek caran bi navê BDPê û bi navê HAK-PARê têkilî hilbijartinên Tirkiyê bû. Wan jî ji îro baştir tu care deng negirtibûn. Herҫiqas kêm deng digirtin, ewqas dengê xwe bilind dikirin û digotin; „em gelek bi serketin!“ Li bajarekî deh deng tenê bigirtana jî, bi wand eh dengan kefxweş dibûn û xwe serkeftî didîtin.
Tifaqa Welatperwer û Demokrat di hilbijartina 31ê Adarê de, li Amedê ji mîlyonek dengan, tenê hezar û sed û çend deng bi dest xist.
Li Îstenbolê, Av. Celal Baykara bi alîkarîya hemû partiyên Kurdan ji 8 mîlyon dengan tenê 453 deng bidestxist. Lê dîsa jî ew û partîyên ku alîkarîya wî kiribûn, xwe gelek serkeftî dibînin.
Mixabin, malxirabiya ku pê rûbirû bûne, bi ҫavê serê xwe dibînin, lê dîsa jî nabêjin, gelo me ji bo ҫi wenda kir û xwe rexne nakin.
Lê ez bawerim wek her carî, ewê dîsa kemasiyên xwe bi serlêdanên ji bo Başûrê Kurdistana telafî bikin. Bi ҫend wêne û bi ҫend gotinê vik û vala ewê wan jî bixapînin. Bêguman di ҫûyîn û hatinan da kêmasiyên partiyên Kurdistana azad jî gelek in.
Welhasil, Kurdên Bakûr ne ji zilma dewletê ne jî ji xeletiyê xwe tu car ders dernaxin. Loma îro jî xeletiyên xwe yên bi salan dubare dikin.
08.04.2019