Roja 15ê Sibatê, li bajarê Munichê Konferansa Asayişê dest pê kir. Nêzîkî 35 rêvêbirên welatan û 50 wezîrên derve û 30 wezîrên berevaniyê yên welatan beşdarî konferansê bûn.
Şanda Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî konferansê bû.
Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen di çarçoveya Konferansa Asayişê ya Munichê da diyar kir got; “Hevalên me yên Kurd, Pêşmerge, di şerê dijî DAIŞê de giring bûn. Ew li eniyên pêş bûn. Bi qehremanî şer kirin û gelek qurbanî dan. Lewma me wê demê piştgiriya wan kir, lê niha jî em dê piştgiriya wan bikin.
Ev nîşaneya hevrêyiyê ku em her sal hevrêyên xwe yên Kurd di Konferansa Asayişê ya Munichê de dibînin. Herwiha ji bo encamdana hevdîtinên dualî ev tiştekî baş e. Ez bi dîtina hevrêyên xwe yên Kurd gelek kêfxweş im.”
Li ser nêrîna Almanyayê ya derbarê devera aram da ku ji bo bakurê Sûriyê tê behskirin, Ursula von der Leyen wuha got: “Ev pirsyareke balkêş e, divê em li gel gelek pirsyarên vekirî serederî bikin ku hêj mane, lê prensîpeke zelal e ku divê em bawer bikin Kurdên ku ji bo me şer kir, dê parastî bin
Em di cîhaneke wisa de dijîn ku em nikarin pişta xwe pê girêbidin, ev rast e. Lê belê ji vê jî giringtir hinek hevpeymanî ye, weke nimûne li gel hevrêyên me yên Kurd, herwiha hevpeymaniya weke NATO yan Yekîtiya Ewropayê, di wê demê de em biçûk bin yan mezin, em bihevre dibin û em şiyaneke bihêz ku îro pêwîst e, çêdikin.