Demen bere, hê televizyon û înternet îcad nebibûn, di gundan civat saz dibû. Bi taybetî şevên payîz û zivistanê. Li herêma Serhedê payîz bi sur û sermaye, zivistan jî bi berfê derbas dibû. Bi çokan berf dibarî û bi mehan li erde dima. Rê û dirb dixitimîn, têkilîya gundîyan ji dine diqetîya.

Şev û rojên mêrên gund, di odeyên ku tê da dicivîyan derbas dibû. Li gundê me, ji wan odeyên tê da cemaat saz dibû, yek jî oda mala kalikê min bû. Her roj bi dane êvarê ra mêrên gund dihatin û di odê da kom dibûn. Heta nîvê şevê rûdiniştin, li ser rewşa xwe û rewşa dinê diaxifîn. Gor zanebûna xwe nêrînên xwe dianîn ziman û ji bo pirsgirekên xwe li çareserîyê digerîyan
Di axaftinên xwe da, li ser şert û mercên olî, li ser şert û mercên esalet û eşîrtiyê disekinîn û bi saetan minaqeşe dikirin.
Kesên zana û mezinên civatê, minakên li ser tevgeriya cîvak û dîroka Kurdan nişan didan. Bi mesele û metelokan qala serhildan û mêrxasên di wan serhildanan da cîh girtibûn, dikirin û pesnê wan didan.
Li ser lehengên Kurdan û jêhatbûna wan serpêhatî û ҫîrok vedigotin û mêranî û mêrxasîya wan bi esalet û eşîrtîya Kurdan va girêdidan.
Bêguman di civatê da ҫîrokbêj û dengbêj jî cîh digirtin. Dem carcaran bi kilam û stranên dengbêjan, carcaran jî bi meselok û ҫîrokên çîrokvanan va derbas dibû. Civat ji bo zarokan wek dibistaneke civakî bû.
Zarokatîya min jî li wê odê û bi guhdarîkirina stranên dengbêjan û ҫîrokên çîrovanan derbas bû. Min ji wan ҫîrok û mesele û metolekan sûd girt û piranîya wan he bi ezbere dizanim.
Mesele û meselokên ku li ser esalet û eşîrîtiyê digotin, ji wan yek jî wusa bû.
Digotin, rojekî li Tatosê mirovekî zana û gerok hebûye. Rojek ji rojan, bi berbanga sibê ra radîbe, hespê xwe yê kumêt zîn dike, dû ra lê sîwar dibe û derdikeve sere rê. Berê xwe dide Gimgimê.
Li ser pişta hespê xwe yê kumêt bi saetan rêwîtiyê dike. Danê nîvroyê li ber ҫemê Erez, hesp tewl dike. Li ber ava çem destmêjê digre û limêja nîvroyê dike. Piştî limêjê ji heqîba xwe nan derdixe û dest bi xwerinê dike.
Bi dengê lingan û silavdayînê ra li pişt xwe meze dike, xortekî esmer û benjbilind ber bi wî tê.
Silava xort digre, hal û xatirê wî dipirse û dawetî xwerinê dike. Xort tê li kêleka wî rûdinê. Mirov ji xort hinek tiştan dipirse û dibêje;
– Xorto navê te ҫiye? Xêr e, tu ji kuderê tê û diçî kuderê?.
Xort bersiva wî dide û dibêje:
– Apo navê min Tarik e. Ez terim gundekê Gimgimê. Ji berk û ez li wê bi qîzekê ra dergîstî me.
Mirov dibêje;
– Baş e, bi rastî ez jî heta wî gundî diҫim. Keremke, zikê xwe têr bike, dû ra emê bi hevra rêwîtîyeke dirêj bikin.
Xort bi gotina mirov gelek kêfxweş dibe û dest bi xwarinê dike. Piştî xwarinê mirov, ji berika xwe qutîya titûnê, titûna ji deşta Mûşê ya weke şima dibiriqe derdixe û ji xwe ra cixareyeke qalind dipêçe. Cixara xwe dike nav lêvên xwe, bi çaqmaqê xwe vêdixwe û dide ber gurmukan. Ji cîhê xwe radibe, nane ku ji ber wan maye di nav heqîba xwe da bi cîh dike û li hespê xwe yê kumêt sîwar dibe. Ew sîwarî, xort jî bi peyatî birêdikevin.
Di nîvê rê da xort dibêje;
– Apo, tu dikarî qûtîya titûna xwe bidî min.
Sîwar, niyeta xort fam dike û dibêje;
– Madem ku tu diҫî, dergîstîya xwe dibînî, keremke kurê min, qutîya titûnê jî , darik û çaqmaq jî li dîyarî be.
Hinek dîsa diçin, Mirov ji xort dipirse û dibêje;
– Kurê min, navê bavê te ҫi bû?
Xort dibêje;
– Apo, navê bavê min Cavît e.
Sîwar û xort bi galegal hinek dîsa diҫin û li ser mêr û mirxwesiyê ji hev siwalan dikin.
Siwar debançeya xwe ya ҫardexwir ji ber xwe dikişîne û ravayî xort dide. Li çek û rextan, li ser mêr û mêrxasîyê hinekî qise dikin. Rê kin, dem jî hêdî hêdî derbas dibe, xort bang li sîwar dike û dibêje;
– Apo tu jî dizanî ez diҫim dergîstîya xwe dibinim. Çi dibe ҫi nabe, gelo tu dikarî debançeya xwe jî bidî min.
Sîwar dibêje;
– Kurê min, tu jî dizanî, mirov sîleha xwe tu carî nade kesî. Lê tu xortekî cîvanî, ji bo xatirê dergîstîya te, ezê debançeya xwe jî dîyarî te bikim.
Siwar, debançeya xwe ji ber xwe dikişîne û dide xort.
Dema nêzîkî gund dibin, xort debanҫeya ku ji Siwarê Tatosî girtibû, ji ber xwe dikişîne, ber bi wî dirêj dike û dibêje;
– Apo, ez diҫim dergîstîya xwe dibînim. Bila xelk ji dergîstiya min ra nebêje, dergîstê te peyatî hatîye û mirovekî feqîr û bê esil e. Ji bo ku kes vê gotinê neke, divê tu hespê xwe yê kumêt jî bidî min, heger tu nedî ezê te li vir bikujim. Ez li hêspê kumêt siwar bibim, tu jî bide pey min û hêdî hêdî li pey min were. Bila gundî bejin, zavayê filankesê li ser pişta hespê kumêt sîwar bûye û bi xûlamê xwe ra tê.
Siwar, bêcare dimîne û ji hespê xwe peya dibe. Dema dizgîna hespê xwe dide destê xort, jê ra dibêje;
– Xorto navê kalikê te ҫi bû?
Xort dibêjê;
– Apo, navê kalikê min Qolo ye.
Siwar bi dilekî xemgîn li xort û hespê xwe yê kumêt dinihêre û dibêje;
– Belê Xortê delal, sûc ne sûcê te ye. Di destpêkê da, divê bere min navê kalikê te bipirsîya. Wê gavê fam dikir ku tu mirovekî bê esil î. Ew jî ji navê kalikê teyê Qolo tê…
Ez bi vê wesîleyê, ew çend kesên xwefiroşên Alarengîn li Belҫikayê daxistine xwarê şermezar dikim û dibêjim.
Xuya ye, ew jî kesên weke xortê di meselokê da derbas dibe, bê esil û ji dola Qolo ne.
01.02.2019