Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, di hevpeyvînekê da bal dikişîne ser hebûna Îranê ya li Sûriyê û dibêje; „hebûna Îranê ya li Sûriyê metirsî li ser hebûna Îsraîlê çê dike, ji ber vê yekê jî mafê Îsraîlê ye ku, êrîşan li dijî serbazên Îranê yên li Sûriyê bike.
Merkel di hevpeyvîna xwe da herwiha dibêje, wê ligel Serokê Rûsya Vladimir Putin mijara hebûna hêzên Îranê li nêzîk sînorê Îsraîlê û li nêzîkî bilindahiyên Golanê gotûbêj kiriye û ji Putîn ra gotîye, nabe ewlekariya Îsraîlê ji ber serbazên Îranî bikeve nav metirsiyê.
Serokwezîra Almanyayê dibêje: „Siyaseta Îranê ku li Surîyê didomîne jibo Îsraîlê sîyasete metirsîye. Tehran dixwaze bi vê sîyasetê ziyanê bigihîne Tel Avîvê. Li dijberî vê sîyasetê jî pêwîst e, alîkariya Îsraîlê bê kirin.“
Wek tê zanîn dewleta Îranê ji bilî şêwirmendên serbazî, gelek hêzên xwe jî li Sûriyê bi cih kirine. Jibo piştgiriya hikûmeta Beşar Esed, du hêzên taybet ên bi navê Zeynebiyûn û Fatimiyûn, ji alî Îranê va hatine avakirin ku, ew şîe yên Efxanistan, Pakistan û Iraqê pêk tên. Ew bi hêzên hikûmeta navendî ya Sûriyê va şerê grûpên çekdar ên opozisyonê dikin.