Gori çapemenîya Kurd û Ereb, Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgireka Rojavayê Kurdistanê 10 xal pêşkêşî hikûmeta Sûriyê kirine.
Wek tê zanîn piştî biryara Amerîkayê ya ji bo vekişîna ji Rojhilatê Firatê, bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê da hevdîtin destpêkirin.
Nuha jî tê gotin ku, Xalên Rêveberiya Xweser daxwazên xwe yên ji 10 xalan pêk tên, pêşkesî hikûmeta Sûriyê kirine:
1- Parastina Yekîtiya axa Sûriyê.
2- Li Surîyê sistemeke demokratîk were avakirin û rêveberiyên xweser jî beşek ji wê be.
3- Divê nûnerên rêveberiyên xweser li parlementoya Şamê werin temsîlkirin.
4- Li herêmê li kêleka ala Sûriyê, divê alên rêveberiyên xweser bêne hildan.
5- Li rêvebirîyên xweser ên dîplomatîk, gor berjewendiyên gelê Sûriyê û destûrê be û ji alî rêvebirîya Şamê bê naskirin.
6- Hêzên Sûriyeya Demokratîk wek beşek ji Artêşa Sûriyê bin qebûlkirin û sînorên Sûriyê biparêzin.
7- Hêzên Asayîşê li navçeyên rêvberiyên xweser, li gorî destûra Sûriyê û ji aliyê encûmenên xwecihî ve werin birêvebirin.
8- Li navçeyên rêveberiyên xweser, zimanê dayikê weke zimanê fermî yê duyemîn were qebûlkirin.
9- Li navçeyên rêveberiyên xweser, li kolêjan xwendina dîrok, çand, ziman, wêje û beşên hevşêweyî bi zimanên xwecihî bê kirin.
10- Dahatûyên li Surîyê, li ser navçeyên wî welatî û bi awayekî dadmend bê parvekirin.