Ji bo rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistnê du projeyên siyasî derketine pêş. Ji wan yek projeya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ye. Ya din jî projeya Rûsya û Sûrîyê ye.
Projeya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li ser bingeha dirustkirina rêveberiya nû pêk tê ku, li herêmê tevahiya hemû aliyan di nav da cih bigirin. Li gorî heman çavkaniyan, projeya din bijardeya vegera hikûmeta Sûriyê bi
Projeyeke Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji çend xalan pêk tê:
- Rêveberiyeke nû li herêmê were avakirin û tevahiya hemû aliyan di nav da cih bigirin
- Rêvebir û fermandar û şervanên ne ji Sûrîyê bi temamî ji herêma rêveberiyê bên derxistin
- Ji HSD û Pêşmergeyên Roj û hin grûpên Ereb yên xwecihî hêzeke nû were damezrandin.
- Ji Çemê Dicle heta Çemê Feratê sînorek bê dirustkirin û hêzên hevpeymanan tê de bên bicîhkirin
- Tenê saziyên sivîl ên ji hikûmeta Sûriyê vegerin deverê.
Projeya ji aliyê Rûsyayê va tê pêşkêşkirin, ew jî ji van xalan pêk tê:
- Hêzên hikûmeta Sûriyê ji bo kontrolkirina deverê û sînor vegerin rojhilatê Feratê.
- Beşek ji hêzên HSDê çekên xwe radestî hukumetê bikin û yê mayîn wek beşek ji hêzan artêşa Sûriyê werin organizekirin.
- Kerta neft û gazê û çavkaniyên din ên aborî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve bê kontrolkirin.
- Sîstema perwerdeyîya heremê vegere ser sistema hikûmeta Sûriyê û di heftê da 6 saet fêrbûna zimanê kurdî were kirin.
- Xal û dergehên sînorî bikeve bin kontrola hikûmeta Sûriyê .