Piştî teqîna Minbicê hejmarek senatorên demokrat ên Amerîkayê biryara serokê welatê xwe ya ji bo vekişandina hêzên xwe yên jî Sûriyê rexne dikin.
Senatorên Amerîkî yên demokrat hişyariyê didin û dibêjin vekişîna ji Rojava metirsiyê li ser xelkê sivîl û hêzên Kurd dike. Biryara Trump rexne dikin û dibêjin ji bo vekişandinê ti plan û stratejiyeke îdareya Trump nîne û pêdiviya vê jî bi pêdeçûn û çareserkirinê heye.
Senatorê Partîya Demokrat Dick Durbin dibêje: “Ew xala em dixwazin ew e ku ragihandina serok bo vekişîna ji Sûriyê bilez û metirsîdar e. Ji bo gelek kesên bê tawan û hêzên Kurdî ku bi Amerîkiyan ra demeke dûr û dirêj li dijî terorîzmê şer kirine. Divê em vê yekê bi awayekî jîrane bikin daku piştrast bin ku dema em ji Sûriyê veki di 30 rojan deîyan, rewşa xelkên ku hevpeymanên me bûn, xirabtir neke.” Senatorê Partîya Demokrat Richard Blumenthal jî dibêje: “Ev trajediya ku li meydana şer diqewime nîşana wê yekê ye ku stratejiya Amerîkayê nîne. Sedem nebûna stratejîyê li Surîyê metirsiya ser hêzên me zêdetir dibe. Ev vekişîna bilez û bêplan û bêstratejî hêzên me dixe nav metirsiyê. Divê bi plan û stratejîyek pirsgirek were çareserkirin.“